Kurdistan | Ji bo xwendekarên zanîngehan sîstema elektronîk hat amadekirin

Kurdistan | Ji bo xwendekarên zanîngehan sîstema elektronîk hat amadekirin

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê bi sedema hebûna pandemiya koronayê sîstemeke elektronîk di navbera zanîngehên Kurdistanê de, ji bo xwendekaran amade kir.

Berdevkê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Ebas Ekrem, ji K24ê re ragihandiye: “Ji bo hêsankariya xwendekaran, ku niha ji ber xweparêziya ji vîrûsa koronayê hatûçûna wan di navbera bajaran de kêm bûye, Wezareta Perwerdeya Bilind bi alîkariya pola teknîkê ya Silêmaniyê sîstemeke elektronîk amade kir, her xwendekarê/a ku bixwaze ji zanîngehekê derbasî zanîngeheke din bibe, bi awayekî elektronîk dikare daxwaza xwe pêşkêş bike û zanîngeh dê bersiv bide û piştre dê li wezaretê were pesendkirin.”

Berdevkê Wezareta Perwerdeya Bilind eşkere kir: “Xwendekarên ku dixwazin ji beşekê derbasî beşeke din bibin û xwe veguhezînin, pêvajo di navbera her du zanîngehan de bi awayekî online bi rizamendiya her du zanîngehan tê encamdan û li cihê xwe yê nû dest pê dike.”

Ebas Ekrem diyar kir: “Ev pêjavo duh 17ê Tebaxa 2020an dest pê kir, xwendekar dikarin serdana malpera Wezareta Perwerdeya Bilind bikin, li wir hemû zanyarî hene û bi rêya vîdeoyê hûrgilî hatine eşkerekirin.”

Ekrem destnîşan kir: “Pêwîst nake ti xwendekarek ji bo vê mebestê serdana zanîngeh û wezaretê bike.”

Li ser destpêkirina pêvajoya perwerdeya îsal jî Ebas Ekrem eşkere kir: “Weke amadekariya destpêkirina xwendina îsal, lijneyeke bilind hatiye pêkanîn û çendîn pêşniyar hatine pêşkêşkirin, da ku bijardeya herî baş hilbijêrin û pêvajoya perwerdeya îsal bi awayekî serkeftî bi rê ve biçe. Ji bo biryara herî dawî, em li benda civîna encûmena wezaretê ne, ku dê di demeke nêz de civînekê pêk bîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin