PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) alîkarî xwestiye û çav li rê ye di nav 72 saetan de alîkariyên tenduristiyê yên WHOyê bo Herêma Kurdistanê bên şandin.
Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Iraqê (WHO) Edhem Ismaîl ragihand, “Di nav 72 saetên bê de dê 60 amûrên henaseyê yên oksîjenê, cil û kelûpelên xweparastina ji vîrusa koronayê ji embarên WHOyê yên Dubeyê bo Hewlêrê bên şandin.”
Edhem Ismaîl got ku ew alîkarî di çarçoveya alîkariyên hevbeş ên di navbera WHO û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û ew kar li ser pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir dikin, bi taybetî amûrên oksîjenê û pêdawstiyên din ên tenduristîyê.
Wezîrareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, doh bi daxuyaniyekê de ragihandibû ku Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî di peywendiyeke telefonî de daxwaz ji berpirsên WHOyê kiriye ku alîkariyên pizîşkî ji Herêma Kurdistanê re bişînin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê, beriya niha daxwaz ji Netewên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl û WHOyê kiribû ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û destê alîkariyê dirêj bikin, da ku bikarin wê qonaxa dijwar derbas bikin.
19ê Nîsanê WHOyê heft barhilgirên hewcedariyên tenduristî tê de bûn ji Herêma Kurdistanê re şandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin