PeyamaKurd- Bi sedema bombebarana rejîma Sûriyê û Rûsyayê li bajarê Idlibê û der û dora wê, 25 hezar niştecî ber bi sînorê Tirkiyê de reviyan û li wan dernan bicîh bûn. Ragihandina nûçeyê ji aliyê rêxistina sîvîl ya Koordînatoriya Sîvîl ya Mudaxeleya Sûriyê hat kirin. Sedema koçê jî leşkerên rejîma Esed, grûbên bi ser Îranê ve û Rûsya hat nîşandan.
Koordînatorê rêxistinê Muhammed Hallac ragihand ku her diçe krîz kûr dibe û jimara li jorê tenê di nav yek hefteyekî de koç kiriye. Hallac got ku li navçeyên Martînnûman, Serakib û Erîhayê 425 hezar sîvîl dijîn û her êrîş zêde bibin, wê bi wan re koç jî zêde bibe. Hallac dibêje ku bo sîvîl danegerin ciyên xwe, hêzên li jorê yên navborî li xewxeşxaneyan, mizgeftan, dibistanan, navenda parasita sîvîl û li xaniyan dixin.
Hallaj, di dewama axaftina xwe de dbêje ku vê sibê jî Rûsya li dora Idlibê li El Barayê xistiye, di encamê de 4 kesên sîvîl hatine kuştin û 5 kes jî bi xedarî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin