PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand, 44 tûşbûyên nû yên Covid-19 li parîzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
Li gorî daxuyaniyê dabeşkirina tûşbûyan wiha ye:
Bexda: 2
Besra: 5
Necef:10
Silêmanî: 12
Kerbela:7
Hewlêr: 2
Kerkûk: 5
Dîwanîye:1
Li Bexda û Besra 2 haletên nû yên mirinê hatine tomarkirin.
20 kes baş bûne ku 1 li Bexda, 10 li Necef, 6 li Kerbela û 3 jî li Besra ne.
Hejmara tevahî ya tûşbûyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê 772 kes in ku 190 ji wan li Herêma Kurdistanê ne. Heta niha 2 kes li Herêma Kurdistanê 52 kes jî li Iraqê, 54 kesan ji vîrusa korona can daye û hejmara kesên baş bûne jî 202 kes in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin