Li Tirkiyê gestên esmanî yên navxweyî dest pê dikin

Li Tirkiyê gestên esmanî yên navxweyî dest pê dikin

PeyamaKurd - Li Tirkiye serê meha Hezîranê geştên esmanî yên navxweyî dest pê dikin.

Serê Hezîranê (01.06.2020) geştên navxweyî yên Tirkiyê yên di navbera bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Trabzonê dest pê de dikin.

Li gorî medya fermî ya Tirkiyê ku xwe dispêrê agahiyên wezareta ragihandin û veguhestinê, di çarçoveya asayîkieinê jîyana rojane dê geştên esmanî yên di navbera bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Trabzonê de dest pê de dikin.

Tirkiyê ji ber metirsiya şewba koronayê de qedexeya çûnûhatinê li seranserî Tirkiyê ragihandibû, lê niha gav bi gav hewl dide jiyanê asayî bike.

Hêjayî gotinê ye ku lii gorî daneyên fermî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 162 hezar û 120 kesan bi koronayê ketine û 4 hezar û 397 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin