PeyamaKurd - Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî piştgirî da wan kesên ku êrîşî ser gundê Pelkane kiribûn û zeviyên xelkê şewitandibûn.
Cibûrî di civîna rojnamevanî ya li avahiya Parêzgeha Kerkûkê bûyerên li dorûbera Kerkûkê diqewimin nirxandin û li ser êrîşa gundê Pelkanê ya çend roj berê jî wiha got:
“Bûyerên ku li gundê Pelkane rû dan ne wisanin wekî ku qala wê tê kirin. Ew welatiyên ku niştecihên gundê Pelkane, ne xelkê gundê Pelkane ne, nasnameya wan ya Kerkûkê jî tune ye. Ew xelkê bajarê Mehabad yê Îranê ne û hatine li wî gundî bicih bûne."
Herwiha Cibûrî bi awayekî eşkere piştgiriya wan malbatên Ereb ku dema rejîma Sedam Hûsên hatine bicihkirin û dest danîne ser zeviyên welatiyên Kurd kir û wiha axivî:
"Ew welatiyên Ereb yên ku çûne ser gund xelkê resen yê Pelkane ne, zeviyên gund yên wan in, tapoya wan ya sala 1957an heye. Ji bo wê ez piştgiriya wan malbatên Ereb dikim."
Cibûrî got, madeya destûrê ya 140 ji wan welatiyan nagire, yasaya çandinî ya 117 ji wan digire û ew jî li gorî wê yasayê kar dike, ji ber ku heya niha jî li Iraqê kar bi vê yasayê tê kirin.
Ciburî herwiha got ku her kesek belgeya wê hebe dikare biçe dadgehê gilî tomar bike û mafê xwe wergire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin