Kurdên Kerkûkê daxwaz dikin demildest rewsa bajarê wan were asayîkirin

Kurdên Kerkûkê daxwaz dikin demildest rewsa bajarê wan were asayîkirin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê welatiyên Kurd daxwaz dikin demildest rewşa bajarê wan were asayîkirin û parêzgarekî Kurd were diyarkirin.

Piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê, welatiyên Kurd ên li Kerkûkê li benda cîbicîkirina soza namzedên serkeftî yên hilbijartinan in, ku mijarên netewî û asayîkirina rewşabajarê wan, ji daxwazên wan ên herî girîng in.

Gotûbêja aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê destpê kiriye, Kurd weke pêkhateyekî sereke, di yekalîkirina vê mijarê de roleke bi bandor dilîzin, cîbicîkirina mafên destûrî weke pêş mercê beşdarbûna hikûmeta nû ya Iraqê, pêwîst dibînin.

Berpirsê Melbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Reûf daye zanîn: “Divê kêşeya Kerkûkê û deverên Kurdistanî li pêş hemû kêşeyên din bibe, divê ev bibe bernameya xebata li Parlamentoya Iraqê, rêjeya kursiyên Kurdan 63 kursî ye, ev jî ne kêm e, loma dikare xwe bisepîne û bibe hejmar.”

Lijneyeke bilind, bûye salek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Kerkûk û deverên Kurdistanî hatiye pêkanîn û li ser çend mijarên girîng li hev kirine.

Parlamenterê nû yê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Li ser asta îdarî, kêşeyên zevî bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî pêngavên baş hatine avêtin, em pêşbînî dikin ku piştî destpêkirina gera pêncem a Parlamentoya Iraqê ew lijne dawî li karên xwe bîne, ligel wê jî guhertina Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî were cîbicîkirin, ji ber ku li gor yasaya hilbijartinan, divê kesê ku dibe parlamenter, dest ji postê xwe yê berê vekişîne.”

Aktîvkirina madeya 140 û dosyeyên ewlehî û îdarî û vegerandina mafên Kurdan ên ku piştî 16ê Cotmehê ji wan hatine stendin, dosyeyên herî girîng in, ku tê çaverêkirin di dema danûstandinan de Kurd ligel hikûmeta federal li hev bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin