PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1285 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî pê mirine.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1285 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 334 kes li Hewlêrê, 465 kes li Silêmaniyê, 396 kes li Duhokê, 28 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1175 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 320105 pêketinên koronayê hatine tomarkirin, ji wan 5724 mirine û 286525 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin