CHPê serdana DEM Partiyê kir

CHPê serdana DEM Partiyê kir

PeyamaKurd – Serokê Parêzgeha Stenbolê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Çelîk, piştî biryara derbarê Doza Kobanî de hat ragihandin, serdana Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) kir.

Parlamenterê CHPê Ozgur Çelîk di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê ya medyaya civakî de ragihand ku wan serdana Navenda Giştî ya DEMê ya Stenbolê kiriye.

Çelîk di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

Em bi hemû aliyên demokratîk ên welat û bajarê xwe re tên cem hev û ji bo Tirkiyeyeke nûjen, adil, demokratîk û bi hêz ku têde serweriya hiqûqê tê de misoger e, dixebitin."

Di rûniştina 83. a Doza Kobanî de ku di 16ê Gulanê de hat dîtin, heyeta dadgehê biryara 130 rûpelî eşkere kir û li Ahmet Turk 10 sal, Selahaddîn Demîrtaş 42 sal û Fîgen Yuksekdag jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Hin navên din ên ku di dozê de dihatin darizandin jî beraat kirin, hinekan jî cezayê girtîgehê li wan hat birîn. <

>
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin