Kobanî | Di Konferansa Dîyaloga Sûrî-Sûrî de banga diyaloga nistîmanî…

Kobanî | Di Konferansa Dîyaloga Sûrî-Sûrî de banga diyaloga nistîmanî…

PeyamaKurd - Konferansa Dîyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn di bin banê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de li bajarê Kobaniyê dest pê kir.

Di konferansa ku bi diruşma “Ji girêbesta civakî ya Sûrî ber bi serdema demokrasiya nû” tê lidarxistin  de, li ser destûr, pêşeroj û rengê dewleta Sûriyê guftûgo hatin kirin.

Beşdarên konferansê li ser destûra nû ya Sûriyê, nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyê, awayê rêveberiya nû û modela nemerkezî ya demokratîk nîqaş kirin.

Herwiha bang hat kirin ku li ser bingeha sîstemeke demokratîk û nemerkezî ya demokratîk bo Sûriyê, dîyaloga niştîmanî were destpêkirin.

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Hikmet Hebîb li ser konferansa sêyemîn ragihand, “Di vê gerê de hin kesayetiyên serbixwe, civaka sivîl, opozîsyona hundir û hin partiyên mohletkirî yên Sûriyê beşdar bûn. Herwiha hin kesayetiyên opozîsyona Sûriyê ya derve û kesayetiyên nêzîkî hikûmeta Sûriyê jî beşdar bûne.”

Du gerên beriya niha yên konferansa Diyaloga Sûrî – Sûrî li bajarokê Eyn Îsayê birêve çûbûn, lê vê carê Desteya Amadekar li Kobanê birêve dibe ku dê konferans du rojan berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin