PeyamaKurd – Rejîma Îranê hişyarî da ku piştî hêrişa wê ya frokeyên bêmirov û mûşekan divê Îsraîl “bi awayekî hovane” bersivê nede û gefê li Îsraîlê xwar ku li hemberî hêrişeke egerbar a Îsraîlê ew ê “bertekeke pir tundtir” bide Îsraîlê.
Bi mebesta bersivdana hêrişa Îsraîlê ya 1ê Avrêlê ya li dijî konsulxaneya Îranê ya li Sûriyê, rejîma Îranê bi zêdetirî 300 firokeyên bêmirov û mûşekan li dijî Îsraîlê hêriş pêk anî.
Îsraîl û hevalbendên wê yên wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Frensa û Brîtanya ragihandin ku ji sedî 99 frokeyên bêmirov û mûşekên Îranê, li hewayê hatine têkbirin.
Îsraîl û rejîma Îranê bi salan e şerê bi wekaletî dimeşînin, lê belê ev yekemîn hêrişa Tehranê ya rasterast a li dijî axa Îsraîlê bû.
Rêberên cîhanê, ji bo fikarên li ser zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn zêde nebin, banga aramî û bêhnfrehiyê li her du welatan kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî hêrişê gote “Em ê bi hev re bi ser bikevin.” Lê belê hîn ne diyar e ku wê Îsraîl bersiva vê hêrişê bide ya na û ku bide wê çawa bide?
Hefteya borî wezîrê parastinê û yê derve yên Îsraîlê jî hişyarî dabûn ku eger Îran hêrişî Îsraîlê bike, wê Îsraîl jî hêrişî xaka Îranê bike.
Piştî hêrişa li dijî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê ku tê de 7 payebilindên leşkerî yên Artêşa Pasdaran a rejîma Îranê hatin kuştin, dihate payîn ku Tehran jî bersivê bide.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî gefê li Îsraîlê xwar û got: "Eger Rejîma Siyonîst (Îsraîl) û piştgirên wê hêrişeke hovane bikin, ew ê bersiveke biçbiryartir û pir xurttir bigirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin