UNRWA: "Ger li Xezzeyê agirbest nebe, wê nifsek wenda bibe"

UNRWA: "Ger li Xezzeyê agirbest nebe, wê nifsek wenda bibe"

PeyamaKurd – UNRWA hişyarî da ku eger li Xezzeyê ku ev 252 roj in êrîşên Îsraîlê didomîne, agirbest pêk neyê wê nifşek ji holê rabe. Komîseriya Giştî ya UNRWA diyar kir ku dibistanên zarokan wêran bûne û tevahiya sala xwendinê bêyî perwerde û lîstikê wenda kirine.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini hişyarî da û destnîşan kir ku heke li Şerîda Xezzeyê ya ku di bin êrîşên Îsraîlê da ye, agirbest pêk neyê wê nifşek ji holê rabe.

Lazzarini di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de wiha got, zarok di şer û pevçûnan de yekemin û herî zêde êşê dikişînin û diyar kir ku rewşa Xezzeyê jî ne cuda ye.

Komîserê Giştî yê UNRWA diyar kir ku zarok tiştên ku li tu derê cîhanê divê tu zarok nebîne û biceribîne tecrube dikin û diyar kir ku gelek kes mirine û birîndar bûne û yên rizgar bûne jî travmayeke kûr dîtine.

Wî diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê de dibistanên zarokan wêran bûne û tevahiya sala xwendinê bêyî perwerde û lîstikan ji dest dane.

Lazzarini destnîşan kir ku ji ber êrîşan zarokatiya zarokên Xezzeyê ji destê wan hat girtin û banga agirbestê kir û destnîşan kir ku heke li Xezzeyê agirbest nebe wê nifşek wenda bibe.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin