PeyamaKurd – Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanê ket.
Li gor zanyariyan, do di saetên piştî nîvro de agir bi daristanên li herêma Gundê Rûbarokê ket û heta niha nehate kontrolkirin û her diçe berbelav dibe. Tê gotin ku belavbûna agir, gundên derdorê jî xistiye metirsiyê.
Herwiha tê gotin ku tîmên pêwendîdar ji bo agirê ku ji ber bayê li qadeke berfireh belav bûye, negihîje herêma niştecihbûnê hewlên mezin didin.
Ev demeke li Bakurê Kurdistanê agirên daristanan zêde bûne û di encamê de zerareke zêde çêdibe. Ji ber dereng an jî midaxelenekirina agirên daristanan, zerar qat bi qat zêdetir dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin