Talîbanê êrîsî baregeha leskerî kir: 40 Kustî!

Talîbanê êrîsî baregeha leskerî kir: 40 Kustî!

PeyamaKurd- Çekdarên Talîbanê li Wilayeta Uruzganê ya Afganîstanê li navçeya Çinartûyê êrîşî baregeheke leşkerî kir. Di encama êrîşê de 40 leşkerên Afganîstanê hatin kuştin.

Di derbarê bûyerê de Rêvebirê Ewlehiya Çinartûyê Ahtar Muhammed daxuyaniyek da û got ku çekdarên Talîbanê ji çar aliyan ve êrîşî baregeha li navçeyê kirine. Li baregehê şerekî mezin derketiye û di encama şêrr de 40 leşker hatine kuştin. Leşkerên birîndar jî hene û gelek leşker jî winda ne. Muhammed got ku hinek çekdarên Talîbanê jî hatine kuştin.

Erkdarên Talîbanê jî di derbarê êrîşê de daxuyaniyek dan û gotin ku baregeha leşkerî ketiye destê wan de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin