PeyamaKurd- Li dêrên bajarê Îskenderûnê bi rêzgirtina tedbîrên bi kovid-19 ê dest bi îbadetên xwe kirin. Li Îskenderûnê di roja paskalyayê ayîn nehatibûn kirin û niha Dêra Ortodoksan ya Azîz Nîkola dest bi îbadeta cemaetkî kir. Di serî de ayîna Paskalyayê hat kirin lê bi jimareka bi sînor tevlî ayînê bûn. Maske dan ber devê xwe û di dema ketina nav dêrê de agirê herkesî hat pîvan. Pederê dêrê Dimitri Yıldırım weha got:
“Me îro derketina îsa ya semayê pîroz kir. Maske bo me girînge û kes nikare bê maske bikeve dêrê. Berya bikevin dêrê dermanê paqijiyê tê bikaranîn.150 kes dikare îbadetê di dêrê de bike lê niha herî zêde 30 kes dikare bikeve nava dêrê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin