PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Sibatê roja Yekşemê pêşwazîya Balyozê Hollandayê li Iraqê Michael Rentinar kir.
Piştî civînê hat ragihand, di hevdîtina kuKonsolê Hollanda li Hewlêrê Hans Akerboom jî amade bû de, Balyozê Hollanda li Iraqê pêzanîna wî ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê û parastina aramiyê û şerê terorê de anî ziman.
Di civînê Balyozê Holande tekezî li wê kir ku welatê wî di şerê li dijî terorê de alîkarê Iraq û Herêma Kurdistanê dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin