PeyamaKurd - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku rojamevanê kurd Hembervan Kose, 7ê Kanûnê li Balafirxaneya Kuala Lumpur a Malezyayê hatiye girtin û divê ew were azadkirin.
CPJê bi zarê rayedarên Malezyayî ragihand ku binçavkirina Kose ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, ji ber xebatên wî yên rojnamevanî hatiye xwestin û CPJê bang li rayedarên Malezyayê jî kir, sedema binçavkirina Kose eşkere bikin û demildest wî azad bikin.
Beriya niha jî Sendîkaya Rojnamevanan a li Rojavayê Kurdistanê bang li rayedarên Malezyayê kiribû û xwestibû rojnamevanê Kurd Hembervan Kose berdin û radestî rejîma Sûriyê nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin