29 xwepêsanderên Iraqê bi sûîqestan hatine terorkirin

29 xwepêsanderên Iraqê bi sûîqestan hatine terorkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji destpêka meha Cotmehê ve heta niha, 29 xwepêşanderên Iraqê bi êrîşên terorî yên sûîqestan hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, Elî Beyatî ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve 29 kes ji çalakvanan hatine terorkirin û 3 hewlên sûîqestan jî bi ser neketine.

Beyatî beriya niha jî ragihandibû ku ji destpêka xwepêşandanan ve hejmara kesên di xwepêşandanan de li hemû parêzgehên Iraqê hatine kuştin, gihîştiye 485 kesan û 27 hezar kes jî birîndar bûne.

Dîsa li gorî amaran ji destpêka xwepêşandanan ve 2 hezar û 807 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin, ku ji bilî 107 kesan, yên din paşê hatine berdan.

Herwiha li gorî zanyariyan 48 kes ji xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl jî ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine revandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin