Selahattin Demirtas: Bila her kes dartewlekê biçîne!

Selahattin Demirtas: Bila her kes dartewlekê biçîne!

PeyamaKurd- Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya HDPê Selahattin Demirtaş got ku em ê israf û luksa zêde bi dawî bikin û qesra serokomariyê jî vala bikin.

Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê xebatên xwe yê hilbijartinê didomîne. Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî kirin: Berî her tiştî emê israfê bi dawî bikin. Mesela; li Marmarîsê ji bo havîngehê, bi sed hezaran dar hatin birîn. Em ê wê havîngehê betal bikin û derdorê bînin ser rewşa pêşî. Daxwaza min ji we, ew e ku her kesek şitlekê, dardewlekê biçîne.

Demirtaş wiha berdewam kir: Divê em bikaranîna sotemeniya fosîlên daxin asta herî kêm. Lewra sotemenî hem zerarê dide derdora me û hem jî berîka me. Em ê girîngiyê bidine enerjiya rojê. Di nava pênc salan de em ê bikin ku her avahî bikaribe ceyrana xwe ji rojê bi dest bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin