PeyamaKurd – Li gor portala nûçeyan ya bi navê ‘Defense Newsê’ wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon, bo hêzên xwe yên deryayî xurt bike, plan dike ku jimara keştiyên şer derxe 540 keştiyan.
Bi vê armancê Pentagon plan dike ku keştiyên şer li gor keştiyên balafiran zêdetir bike. An ku zêdetir keştiyên şer û hindiktirîn keştiyên balafiran. Hêzên deryayî yên Amerîkayê bo dahatûyê wê bêhtir bibe xwediyê desteka an tora destekê bo keştiyên bêmirov û bo keştiyên noqavê. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper weha gotiye:
“Wê hezên me yên deryayî, di wextên ku hatine diyarkirin de, wê li gor budçeyê, di ser 350 keştiyên bêmirov û bimirov, hêzeka bi mîzan ava bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin