PeyamaKurd - Otobûsa rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû Diyarbekirê li aliyê Çiyayê Bolu yê Duzceyê li barhilgirekê (TIR) qelibî û 3 ji wan bi xedarî 30 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku îro beyaniyê otobûsa Diyarbekirê ji paş ve li TIR a ku di heman otorêyê de diçû qelibî ye û 30 rêwiyên otobûsê birîndar bûne.
Piştî qezayê tîmên agirvemirandin, tenduristî û ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û hewil didin ajokarê otobûsê yê asê maye rizgar bikin.
Li gorî zanyariyan rewşa 3 birîndaran xedar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin