PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li ser rêkeftina Tirkiyê û Amerîka ya ji bo Rojavayê Kurdistanê di hevpeyvîneke ligel Ajansa Mezopotamya de got, “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye HSDê muxatab bigire.”
Sezaî Temellî got ku Tirkiye bi êrîşên xwe sûcê şer dike û wiha axivî:
“Belê niha êdî li cîhanê li ser sûcên şer ên Tirkiyê tê axaftin. Di şerê herî dawî de me sûcê şer dît. Niha dema em diçin ku êdî her kes ji kirinên Tirkiyê yên li dijî mirovan baş fêm kiriye. Niha her kes bi qilqal e. Lê me her tim wan hişyar kir û me çareseriyê nîşanî wan da. Me hemû kirinên wan ji wan re got. Lê li me guhdar nekirin. Tenê di qirkirin û girtinan de israr kirin. Tiştek pêk neanîn. Em dev ji pêkanînê van tiştên bikin berdin, heta însanan sûcdar kirin û girtin.”
'Divê Tirkiye kêlî berî kêliyê ji wir derkeve'
Temellî bal kişand ser rêkeftina agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Rojava pêk hatiye û wiha got:
“Çareseriya herî girîng ew e divê kêlî berî kêliyê Tirkiye ji wir vekişe. Tenê herêma niha ne bes e, lazim e Tirkiye ji Efrînê jî derkeve. Lê divê hemû hêzên navdewletî li ser meseleya DAIŞ’ê jî bi awayek taliye divê çareseriyê bîne. Meseleya DAIŞ’ê ne meseleyek tenê hewaleyî kurdan bikin. Kurdan bi mal û canê xwe DAIŞ’ê sekinand û têk bir. Kurdan li Rojava tiştên ezamet pêk anî. Jixwe tişta îro dinya jî dibêj ev e; berxwedana kurdan e. Ji aliyê Rojava tehdîtek biçûk ji bo Tirkiyê çênebûye. Ji aliyê binxetê kevirek biçûk jî neavêtine serxetê. Divê beriya her tiştî Tirkiye dest ji ziman û terzê xwe yê dijminahiyê berde. Pêwîste Tirkiye bi lezgînî bi muxatabên xwe re rûnê û bikeve nav lêgerîna çareseriya Sûriyê. Heke agirbest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hatibe kirin, wê demê ew in muxatab. Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye bi awayek micid QSD’ê bike muxatabê xwe. Ev helwest ne tavîz dayîn e.”
'Pewîste pirsgirêka Tirkiyê bi Tirkiyê re, ya Sûrî bi Sûriyê re bê çareserkirin'
Temellî gotinên Ocalan ên, “Heke pirsgirêka kurd çareser nekin dê bibe pirsgirêkek navnetewî" bi bîr xist û got: “Tirkiye, DYA, Rûsya û welatên din nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Heke pirsgirêkan rabin bi wan re çareser bikin tenê ya dê paş ve bixin an jî wê bi awayek derbasdar rakin dingilek din. Pêwîste pirsgirêka Tirkiyê li Tirkiyê û pirsgirêka Sûriyê li Sûriyê were çareserkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin