WHOyê daxuyaniya xwe pasve kisand: Sas hat fêmkirin!

WHOyê daxuyaniya xwe pasve kisand: Sas hat fêmkirin!

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) daxuyaniya derbarê pêketiyên vîrusa koronayê yên asemptomatîk (bê nîşane) ku gotibû, ew pir kêm vîrusê belav dikin paşve kişand.

Rayedara WHOyê Maria Van Kerkhove ku bixwe epidemiyolog e derbarê mijarê de got, “Ew hîn bersiva wê pirsê nizanin û şaş hatiye fêmkirin.”

Van Kerkhove berî niha di civînekê de gotibû, pêketiyên Covid-19 ên ti nîşaneyan nadin der, pir kêm vîrusê belav dikin.

Ji ber vê daxuyaniyê, li gelek welatan tedbîrên bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê hatibûn sistkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin