PeyamaKurd - Îro Pêncşemê (19.03.2020) artêşa Amerîkayê bi fermî baregehekê leşkerî yê Qaîmê li parêzgeha Enbarê radestî artêşa Iraqê kir.
Berî niha saziya ragihandinê BBCya îngîlîzî belav kiribû, artêşa Amerîkayê hêzên xwe ji baregeha leşkerî yê Qaîm, Geyare û Kerkûkê vedikişîne.

Vekêşandina Amerîkayê ji wan her 3 baregehan piştî zêdebûna êrîşên moşekî yên milîsên Heşdî Şeibî ye bo ser wan baregehên leşkerî, ku êrîşa herî dawî ya moşekî jî ser baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê pêk hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin