PeyamaKurd – Hat zanîn ku keça ji navçeya Qûbînê ya Batmanê Î.P. ya 17 salî ku çawişê pispor M.O. tecawizî wê kiriye û doh bi guleyekê xwe xwe bikuje û herwiha nameyek jî li pey xwe hiştiye. Li gorî agahiyên ji Batmanê, malbatê derbarê leşkerê tirk de gilî li dozgeriyê û leşkeriyê kiriye, lê ew giliyê wan jî hatiye piştguhkirin.
Doh derketibû holê ku li gundê Hemdûna girêdayî navçeya Qûbînê ya Batmanê keça bi navê Î.P. (17 salî) ku tê gotin, çawişê pispor M.O. tecawizê wê kiriye bi çekê gule berdaye xwe û xwestiye xwe bikuje. Î.P. niha li Batmanê li nexweşxaneyeke taybet tê dermankirin û li gorî zanyariyan rewşa tenduristiya wê nebaş e.
Herwiha beriya bikeve hewla întiharê jî nameyek xistiye berîka bavê xwe ku ew name jî dema gilîkirinê dane dozgeriyê, lê derbarê naveroka nameyê de ti agahî nehatine belavkirin.
Li gorî agahiyan bûyer 24ê Hezîranê rû daye û malbata Î.P. derbarê çawişê pispor M.O. de serî li dozgeriyê dane û giliyê wî kirine. Dozgeriyê û cendirmeyan ji malbatê re gotine tişta pêwîst dê bikin. Lê belê heta niha jî muameleyek derbarê çawişê pispor de nekirine.
Şeva borî piştî bihîstina vê bûyerê li ser medya civakî bi hezaran parvekirin li dijî wê bûyera kirêt hatin parvekirin û bêdeng nemîne Batman ango #SusmaBatman bû rojeva sereke li ser twitterê.
Rojek berê jî li Şirnexê çawîşekî pispor destdirêjî li keçeke Kurd a 13 salî kiribû û piştî bertekên tund ên xelkê Şirnexê û medya civakî ew kes hatibû girtin, lê parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyekê xwestibû bûyerê veguherîne mijareke din û binixûmîne.
Li gorî agahiyan şevê din, çawişê pispor M.O. jî li Sêrtê hatiye binçavkirin, lê belê parêzvanên mafên mirovan û gel dixwazin ew kes bi cezayekî giran were sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin