Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransa re civiya

Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransa re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir û pê re hevdîtinek pêk anî.

Le Drian doh 16ê Tîrmehê serdana Bexdayê kiribû û piştî hevdîtinên bi berpirsên Iraqê re derbasî Herêma Kurdistanê bûbû.

Le Drian beriya Mesrur Barzanî jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li Hewlêrê hatibû pêşwazîkirin û ligel hev civiyabûn.

Tê çaverêkirin Serok Mesûd Barzanî jî bi Wezîrê Derve yê Fransayê re bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin