Diyarbekir bi dijwariya pileya 3.6an hejiya

Diyarbekir bi dijwariya pileya 3.6an hejiya

PeyamaKurd - Li navçeya Diyarbekerî Hezroyê îro danê nîvro erdhejek çêbû.

Li gorî AFAD a Tirkiyê, erdhej li demjimêr 11:38an di kûrahiya 7.09 kîlometran de çêbûye û li gorî Richterê bi dijwariya 3.6an hatiye pîvandin.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Hezro ye.

Erdhejê li navçeyên dorûbera Diyarbekirê jî xwe da hîskirin û bû sedema tirsê, lê agahiyên ti ziyaneke madî û canî nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin