Le Pen: Bela Tirkiye ji NATO derkeve

Le Pen: Bela Tirkiye ji NATO derkeve

Bertek û nerarîbûnên li hember Tirkîyê berdewam dikin. Êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê, kujtina Kurdan û bikaranîna çekên kîmyewî sedemên vê nerazîbûn û şermezarkirinan e.

Seroka Yekîtîya Netewî a Fransayê Marîne Le Pen, daxuyanîyek da televizyona RCÎ û axivî.

Di axavtina xwe de Le Pen, anî zimên ku Tirkîye xal û krîterên NATOyê binpê dike û got: " Ji vê yekê re bersiva herî baş ev e ku em Tirkîyê ji NATOyê derxin. "

Le Pen, di derbarê êrîşa dewleta Tirk de jî axivî, nerazîbûna xwe anî zimên û got: " Enqere krîterên NATOyê binpê kir. Mixabin Yekîtîya Ewrûpayê di vê derbarê de tiştekî nake. "

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin