PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medyayî Tirkiyê veguhestina çekdarên Sûrî yên li Libyayê ber bi Ewropayê ve daye destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên ajanseke nûçeyan a bi navê Stîp, 10 çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve ji baregehên xwe yên li Libyayê derbasî Îtalyayê bûn.
Ajansê di nûçeyê de daye xuyakirin ku gelê Libyayê, hebûna wan çekdaran li ser xaka xwe red dikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî Cotmeha 2020an dabû xuyakirin ku 7 çekdarên Sûrî dema ji Libyayê berê xwe dabûn Îtalyayê di deryayê de xeniqîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin