Li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 125 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin

Dîroka weşanê :
Li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 125 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin
Nivîskar: İlyas batu (Edîtor) - nûçeyên wî/wê

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên hevdem ên li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, 125 gumanbarên endamên DAIŞê hatine girtin.

Operasyon li bajarên Bakurê Kurdistanê; li Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Erzirom, Îdir û Mereş û li gelek bajarên Tirkiyeyê Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Hatay, Mêrsînê bi koordîneyî hatin encamdan.

Yerlîkaya destnîşan kir ku têkoşîna li dijî şaneyên rêxistinê bi biryardarî berdewam dike û gumanbarên hatine girtin sewqî dozgeriyê hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin