PeyamaKurd – Li bajarê Amedê, li navça Sûrê li taxa Cami Nebi, du grûb pevçûn û paşî bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de kesê bi navê B.B. ji çîmê (çaq) xwe birîndar bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan û yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Piştî mudaxeleya tîmên tenduristiyê, bi ambûlansê birîndar birin nexweşxanê. Polîs dixebite da kesên tevî pevçûnê bûne bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin