PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li navenda Duhokê çend roj berê lehî rabû, gelek erebe û xanî di bin avê de man û hinek kes mirin. Piştî rabûna lehiyê, kolanên Duhokê di nav gemar û heriyê de man. Ji bo paqijkirina kolanan Pêşmerge ketin nav tevgerê.
Îro grûbekî Pêşmerge ya ji 600 kesan ku ji Pêşmergên Roj û Zerevaniyê pêkdihatin, kolanên Duhokê û xaniyên di bin avê de mabûn paqij kirin. Tevî ku tatîla wan ya fermîbû jî û piraniya wan rojî bûn, tev weke xwebexş tevlî xebatê bûn.
Heya xebat biqede wê Pêşmerge bi xelkê re bixebitin. Pêşmergên ku limêj dikirin, li kenarê rê montên xwe danîn û li ser wan limêja xwe kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin