PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîs a bakûrê Kurdistanê di nav araziyê vala de cesedê jineka 92 salî hat dîtin. Hat ragihandin ku cesed yê Hatice Kılıçkesmez e. Li ser bûyerê, lêpirsîna hêzên ewlehiyê destpêkir.
Şahidên bûyerê li taxa Oylumê piştî cesed dîtin xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku jinik miriye.
Ji bo otopsiyê cesed birin nexweşxana dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin