Li bajarê Meletiyê di encama erdhejê de zemîna 4 navçeyan semitiye

Li bajarê Meletiyê di encama erdhejê de zemîna 4 navçeyan semitiye

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê di encama erdheja 6 ê Sibatê ya Maraşê de û di peyde ku li Meletiyê gelek caran erdhej çêbûn, bûne sedema ku zemîna çar navçên Meletiyê bişemite. Navçên Meletiyê; Akçadağ, Doğanşehir, Battalgazi û Yeşilyurt zemîna wan şemitiye an ku heziyaye.

Şaredarê Doğanşehirê Durali Zelyurt ragihand ku li navçê xebatên îmarê rawestandine. Zelyurt got ku navça zemîna wê herî zêde şemitiye Doğanşehir e. Li ser mijarê Zelyurt weha dewam kir:

“Piştî erdhejan me dît ku gelek xetên erdhejê di nav sînorên me de derbas dibin. Me bi dezgeyên pêwendîdar re gelek xebatan kir û li navçên Akçadağ, Yeşilyurt, Battalgazi karibûn zemînê li hev rast bikin û ji bo îmarê amade bikin. Lê zemîna navça me ji bilî şemitandinê, şikestiye. Bi taybetî xeta Çelikxan-Hatayê cuda şemitiye. Xetta Elbistan-Pazarcıkê bi terefê din ve şemitiye. Xetteka dinê ku me nizanibû ya Gözene- gundê Eski–Çiğlıkê derket ortê. Ji ber van sedeman em nikarin bajêr ji bo îmarê vekin. Ji ber cîh hene ku xetta erdhejê 2 metre qelişîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin