PeyamaKurd – Li nav bajarê Sêrtê li ser kolana Tillo (Aydınlar) 2 grûb pêşî niqaşê kirin û paşî bi dar û keviran lihev xistin. Sedema pevçûna wan nehat zanîn lê di encamê de 9 kes birîndear bûn. Her dû teref kursî û tabûreyan jî avêtin hev.
Xelkê der û dorê û hem polîs bi zahmetî her dû terefan jihev veqetandin û birîndaran birin nexweşxanê. Hat ragihandin ku her dû teref li du gundên cîran yên navça Şêrwanê dijîn.
Li ser bûyerê polîsan 4 kesan xist binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin