Li bajarê Wanê erdhej çêbû

Li bajarê Wanê erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi tundiya pileya 4.4 çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê li ser medya civakî ragihand ku îro 10ê Cotmehê li demjimêr 15:37an erdhejeke bi pileya 4,4 rû daye.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê devereke dikeve navbera navçeya Elbak û bajarê Marand ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

AFADê daye zanîn ku kûrahiya erdhejê ji erdzemînê 7 kîlometre bûye.

Derbarê xisarên erdhejê de hîn ti agahî belav nebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin