PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Wanê ragihand ku li seranserê bajarê Wanê ji 5ê mehê heya 7ê mehê kirina çalakiyan hatiye qedexekirin. Tenê çalakiyên ku îzna wan ya kirinê ji aliyê parêzgehê, qeymeqamiyan û hêzên asayîşê de hene dê bên dayîn û dikarin çalakiyan bikin.
Çalakiyên hatine qedexekirin, meş, her cûre civîn, ragihandina çapemeniyê, rûniştin, belavkirina broşur û belavokan, vegirtina konan û tevgerên weke wan hatine qedexekirin.
Hêzên asayîşê kes an grûban yên ku ji derveyê bajêr tên, dikarin wan nexe nava bajêr an wan ji nav bajêr derxe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin