PeyamaKurd - Bi hatina Biharê re ku bendeyî li germbûna hewayê bû, lê belê li bakurê Kurdistanê pêleke berfê destpê kir.
Li parêzgehên Qers, Colemêrg, Erzirom û Erdexanê ji nû ve berf barîya û ji duh ve barîn didome. Li van parêzgehan, bi şevan pileya germahiyê dadikeve bin sifirê.
Li gor daneyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, şeva borî li Erziromê pileya germahiyê daketiye -3 pileyan.
Herwiha li parêzgeha Qersê jî sitûriya berfê gihiştiye nêzîkî 10 santîmetreyan û ji ber rewşa keşûhewayê li ser rêyên Qers, Îdir, Qers û Erdexanê çûn û hatin zehmet bûye.
Bi heman awayî li parêzgeha Erdexanê jî ji şeva borî ve berf dibare û ji ber sir û seqemê rêyên bajêr qeşa girtiye.
Hat ragihandin ku tîmên paqijkirina berfê li ser rêyên qeşagirtî xwê direşînin.
Li Colemêrgê jî barîna berfê dest pê kiriye û ji ber vê yekê Saziya Keşnasiyê doh hişyarî dabû ku wê li 10 parêzgehan berf û baran bibare û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin