PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kolberekî din ê kurd bi navê Eshed Espender bi teqekirina rasterast ên hêzên parêzvanên sînor ên Îranê li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hate kuşin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihandiye, Eshed Espender temen 24 sal bûye û rûniştvanê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hate diyarkirin, li navçeya sînorî yê bajarê Bane ji aliye hêzên parêzvanên sînor ên Îranê ve gule lê hatine berdan û jiyana xwe ji dest daye.
Hengawê daye zanîn, Eshed Espender ji ber gule li sînga wî ketine di cih de jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin