Li Batmanê 2 malbat li ser erdan pev ketin: 1 kustî, 4 birîndar

Li Batmanê 2 malbat li ser erdan pev ketin: 1 kustî, 4 birîndar

PeyamaKurd – Li ber avahiya edliyeya Batmanê du malbatên xizmên hev ku ji bo doza eraziyan çûbûn dadgehê pev çûn.

Di encama pevçûna ku çek hatin bikaranîn de, kesek hat kuştin û 3 ji wan bi giranî 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro li Batmanê li ber avahiya edliyeyê qewimî û herdu malbatên xizmên hev bûn, pêşî bi devkî dane ber hev û piştre jî bi çekan pev çûn.

Hat ragihandin ku di pevçûnê de ji heman malbatê kesên bi navên; Abdalkadir Tzerdem (20), Nihat Ozerdem (24), Erdem Ozerdem (26) û Abdülaziz Özerdem (29) birîndar bûn.

Birîndarê bi navê Abdulaziz Ozerdem, li nexwexşaneyê tevî hemû mudaxeleyên pizîşkî jî jiyana xwe ji dest da û termê wî bo morga nexweşxanê hat rakirin.

Herwiha hat diyarkirin ku rewşa 3 birîndarên din jî giran e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hejmarek kesên beşdarî wî şerî bûne jî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin