PeyamaKurd- Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ji Kurd û Ereban gelek kes û malbat reviyan û çûn deverên ji hev cuda. Bajarê Batmanê jî ciyeke ji wane ku gelek Kurdên rojava û Sûriyeyî hartine lê bicîh bûne. Li bajarê Batmanê 21 hezar Kurdên rojava û Sûriyeyî hene ku ji wan, di 2 salên dawiyê de 4 hezar kes çûne Awrûpayê û malbat ji hev perçe bûn.
Niha Neteweyên Hevgirtî ji bajarê Batmanê wê 500 kesan bişîne Awrûpayê lê divê bikevin hevdîtina mulaqatê. Bi armanca çêkirina mulaqatê heyeteka ji 4 kesan ji bajarê Entabê, ji Neteweyên Hevgirtî Komîseriya Koçberan ya Bilind çûn Batmanê.
Kesên ku seredana mulaqatê kirin ragihandin ku ji Batmanê û xelkê wê zahf razîne lê hinek ji malbatên wan li Awrûpane û dixwazin herin tevli wan bibin da malbat ji hev perçekirî nemînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin