PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Kanûnê li pêş avahiya Edliyeyê ya Diyarbekirê, di navbera du malbatan de pevçûneke bi çekan rû da ku di encamê de kesek hat kuştin 3 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, li pêşiya Edliyeya Diyarbekirê, du malbatên neyarên hev bûn bi hev ketin û çek rakirin. Di pevçûna bi çekan de, kesekî ji wan malbatan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku şerê malbatan ji ber nakokiyên li ser erdan rû daye û piştî pevçûnê hêzên polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û cenazeyê kesê can daye jî bo morga nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin