PeyamaKurd - Li bajaarê Rihayê li navça Bîrecîkê, kamyona ku frêna wê vala bû, li 6 erebeyan xist û di ser pirê de ket jêr. D qezayê de 3 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.
Qeza di 21.30an de qewimî. Kamyon ji ber frêna wê vala bû, di rêya 1 km yî de, ji pare li 6 erebeyan xist, wan jî bi xwe re bir ser pira Bîrecîkê û ji pira ser Firatê ket jêr.
Li ser bûyerê gelek ambûlans, tîmên polîsan û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Jimarên li jorê niha weka xwene lê dibe jimara mirî û birîndaran zêdetir bibin. Lêpirsîna li ser qezayê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin