PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê di navbera navçeyên Midyad û Omerliyê de 2 erebe lihev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Ji birîndaran birînên 3 kesan dijwarin.
Li ser qezayê têmên tenduristiyê yên 112 ê çûn ciyê bûyerê. Tîman dîtin ku li ciyê bûyerê 3 kes mirine, 8 kes birîndarin lê rewşa 3 birîndaran xedare.
Kesên di ereban de asê man ji aliyê tîmên îtfaiyê de hatin rizgarkirin û cenazê her 3 kesên mirî şandin morga nexweşxana dewletê. Birîndaran birin nexweşxaneyan ji bo dermankirinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin