Li Çapaqçûrê bi sedema propoganda PKK/KCK kirine 5 kes hatin binçavkirin

Dîroka weşanê :
Li Çapaqçûrê bi sedema propoganda PKK/KCK kirine 5 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Çapaqçûrê (Bingol) bi sedema li ser medya civakî propoganda PKK/KCK ê kirine û destekê danê, 5 kes hatin binçavkirin. Lê piştî hêzên asayîşê îfadeyên wan girt, wan serbest berda.

Parêzgeha Çapaqçûrê di mijarê de bi nivîskî got ku beşa asayîşê ya TEM ê bi sedema di ser medya civakî de propoganda PKK/KCK ê kirine û di ser medyayê de destekê dane PKK/KCK ê E.K.,C.T., G.D., A.G. û S.T. bi fermana serdozgeriyê di 06 ê tebaxê sala 2021 ê de serê sibê hatine binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatine girtin, rêvebiriya asayîşê wan serbest berdaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin