PeyamaKurd – Li parêzgehên Sêrt, Şirnex, Gumgum, Wan, Mêrdîn, Xarpêt, Meletî, Çewlîg, Semsûr, Dîlok, Riha û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde, rojekê dibistan hatin girtin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî li 20 parêzgehan ji ber berfa zêde û mercên nerênî yên keşûhewayê, îro 21ê Çileyê, dibistan hatin girtin.
Herwiha fermanberên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet ên wan parêzgehan jî wê îro betlanê bikin.
Li gel 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li 8 parêzgehên Tirkiyê Çankiri, Artvin, Rize, Gumuşhane, Bolu, Ordu, Giresun û Karabuk jî dibistan bi heman hincetê rojekê hatin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin