Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê Parêzgariya Colemêrgê, ji bo 15 rojan her cûre çalakiyên xwepêşandan, rûniştin û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kir.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye diyarkirin ku li seranserê bajarê û navçeyên wê ji 5ê Adara 2022yan heta 19ê Adarê her cûre çalakiyên cemawerî hatine qedexekirin.

Herwiha hatiye gotin ku tenê çalakî û bernameyên qeymeqamtî û parêzgarî guncaw bibîne dikarin di maweya rojên qedexeyê de werin lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin