PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro serokeşîrê Ereb berdevkê qebîleya Igêdat Silêman El-Kesar di encama êrîşeke li ser mala wî de hat kuştin û kurê wî jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan îro çekdarên bi ser Tirkiyê ve Serokê Komîteya Eşîra El-Begêr a meclîsa qebîleya Igêdat û berdevkê qebîleyê li Dêrazorê, Silêman El-Kesar ku bi navê Ebû Nayîm tê naskirin, di mala wî ya li gundê El-Kesar ê navçeya Bisêra ya Dêrazorê de kuşt.
Hat zanîn ku Ebû Nayîm li nexweşxaneya ku hatiye rakirin jiyana xwe ji dest daye.
Ebû Nayîm di daxuyaniyên xwe de li dijî destwerdana derve ya Sûriyê derdiket û bi taybet êrîşên Tirkiyê yên bi ser bakurê Sûriyê de red dikir.
Beriya niha jî endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hezîfe Ehmed li Dêrazorê û şêxê eşîra El-Efdale li Reqayê bi heman rêbazan hatibûn terorkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin