PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 15ê Çile artêşa Tirkiyê û çekdaran karwana xelkê sivîl ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşê de welatiyek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, xelkê sivîl ji bo protestokirina êrîşên ser Bendava Tişrînê ev demek e nobetê digire ku beriya niha jî rastî êrîşê hatibûn. Di êrîşa 8ê mehê de jî 3 kesan can dabû û 15 jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin