PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Dêrikê sê kesên ku serê sibê bi cîbê re ketibûn kanala avê û jiyana xwe ji dest dabûn, cenazên wan sipartin axê.
Kesên jiyana xwe ji dest dabûn Resul Demir, Harun Eyüpoğlu û Kadri Durmaz bûn. Cenazê Resul Demir (29) piştî otopsiyê li gundê Heboşî (Ambarlı)yê defin kirin. Cenazên Harun Eyüpoğlu (23) û Kadri Durmaz piştî otopsiyê li navenda Dêrikê li taxa Bahçelievlerê li goristana Abdullah Akın defin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin